ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Heyderî: Sînorên Îranê tam ewleh in

Fermandarê Hêza zemînî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Tevahiya sînorên welêt di ewlehiya tam da ne û tu gefek li ser sînorêîn Îranê tuneye.

Fermandarê Hêza zemînî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr sertîp Kiyomers Heydrî roja Îniyê li gotûbêja bi IRNAyê ra bi gotina vê yekê ku hêzên îranî li sînorê Efxanistanê bi cih bûne, got: Ev bicihbûn ji bo pêkanîna ewlehya zêdetir pêk hatiye.

Sertîp Heyderî destnîşan kir: Hêzên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di bin fermandetiya fermandarê giranqedr ê gişt hêzan jibo sekinîna li hemberî gefên dijminan di amadetiya tam da ne.

Başa dön tuşu