EwropaMafên MirovanNûçe

Li Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaber xistin nava keştiya şer

Hat ragihandin ku li kampa Moria ya Girava Midilliya Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaberên ku di çadiran de diman xistin nava keştiya şer a Fermandariya Deryayî ya Yûnanistanê.

Berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên xwebexş ragihandin ku penaberên li giravê di nava şertên zor û zahmet de di çadiran de dijîn û banga alîkariya lezgin kirin. Piştî banga lezgîn a NY û saziyên xwebexş, bi dîrektîfa Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras keştiya şer a bi navê Lesvos çû giravê. Li gorî zanyariyên berdest, keştiya şer a Lesvos çû Girava Midilliyê. Di keştiyê de têra 500 kesî cih û yekîneyên tendirustî heye.

Hat ragihandin ku li Girava Midilliyê zêdetirî 3 hezar penaber hene û bi înîsiyatîfa berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) 130 kesên ku ji nexweş û ji zarokan pêk dihat li otelên giravê bicih kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Back to top button