CîhanEwropaNûçe

Li Zelandaya Nû erd bi lerza 6,4an hejiya

Hat ragihandin ku li başûrê rojhilatê Giravên Kermadecê ya Zelandaya Nû erd bi lerza 6,4an hejiya.

Li gor daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), li 180 kîlomêtre başûrê rojhilatê Girava Raoulayê ya Giravên Kermadecê ya 800 kîlomêtre li dûrî Zelandaya Nû erd bi lerza 6,4an hejiya.

Erdhej kêmzêde 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.

Di 16ê hezîranê da li Giravên Kermadecê erd bi lerza 7,4an hejiyabû, piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hatibû dayîn û demekê şûnda hişyarî hatibû betalkirin.

Li Christchurcha bajarê Zelandaya Nû ya li ser xeta erdhejê di sala 2011î da erd bi lerza 6,2yan hejiyabû, di erdhejê da 185 kes miribûn, ji hezar û 500î zêdetir kes jî birîndar bibûn.

Başa dön tuşu