NûçeRojhilatanavinSûriye

Lîbêrmen êrişa mûşekî ya Îsraîlê ser balafirgeha leşkerî ya Sûriyê piştrast kir

Wezîrê şêrr ê rejîam Siyonîst, bi pûiştrastkirina êrişa mûşekî ya vê dawiyê ya vê rejîmê ser firokexaneya El Meze ya li başûrê Şamê, got ku Îsraîl wê her karekê ku jibo dabînkirina ewlehiya xwe pêwîst bizanebe, cih bîne.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) ji zarê malpera kanala el Minarê, li gorî ragihandina berpirsên Sûriyê, Rejîma Siyonîst di saet şarê sibeha roja çarşemiyê de ser dema navçê, bi mûşekên erd bi erd, êriş bire ser firokexaneya El Mezê û bû sedema agirpêketineka berfireh di vê firokexaneyê de.

Avîgdor Lîbêrmen wezîrê cengê yê Israîlê ku merivekî tundrê ye li axavtinekê piştî vê êrişê got: Em zêdetir ji her tiştî bi dû dabînkirina ewlehîya welatîyan û parastina iqtidar û hakimîyeta xwe ne û em nahêlin sîlehên pêşketî, alavên eskerî û sîlehên komkujîyê ji Sûrîyê bigihêjin Hizbulaha Libnanê.

Lîbêrmen herwiha got: Me tu nîyetek jibo destwerdana li şerê navxweyî li Sûrîyê tineye lê em ê ewlehîya xwe biparêzin berdêla wê çi dibe bila bibe.

Wî di bersiva pirsekê li bara pêşeroja qeyrana Sûrîyê da jî got: Min bii caran gitîye û dîsan jî dibêjim, jibo me girîng nîne ku qeyrana Sûrêyê yê çawan bê çareserkirinê, tişta ku jibo me girîng e eva ye ku di her rewşekê da divê Bişar Esed û îranî ji Sûrîyê derkevin û evna beşek ji çareserîyê nebin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu