ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îran bi palpiştiya şiyanên xwe li hemberî boykota Amerîkayê radiweste

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî gotinên rayedarên amerîkî derbarê rawestandina kirrîna nifta Îranê got: Îran bi palpiştiya li şiyanên navxweyî û behrewergirtina ji derfet û zirûfên navneteweyî li hemberî boykota Amerîkayê radiweste.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî roja Çarşemiyê li gotûbêja bi IRNA`yê ra destnîşan kir: Îran tevî hebûna zext û zoran siyaseta xwe ya bi aştî û têkoşîna dijî têrorê didomîne û hema wisa bi armanca aramî û ewlehiya navçeyê dê bixebite.

Rayedarekî wezareta karên derve ya Amerîkayê roja Sêşemiyê got: Waşîngtonê ji hemî welatan xwestiye ku kirrîna nifta Îranê ji meha Mijdarê va rawestînin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiirya li ser vê yekê ku Amerîka nikare ber bi berdewamî û girankirina siyasetên têkçûyî û yekalî bimeşe, got: Amerîka divê bipejirîne ku cîgeha xwe ya berê li cîhanê ji d est daye.

Qasimî bi gotina viya ku sepandina siyasetên kesek û welatekî li ser welatên din siyaseta sedsalên navîn e, got: Roja îro tu welatekî mafê xwe tune ku meyl û xwestekên xwe li ser aliyên din bisepîne û welatên din jî dê siyaseteka visa nepejirînin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Siyasetên Trump di dawî da Amerîkayê dibe aliyekî ku di warê cîhanî da dîsan bi dehan trîliyon dolarî bo karna xerc bike ku ji bingehê va ne li gorî aqilmendî û rastiyên cîhanê ye û piştî demekê dê tûşî têkçûnê bên.

Başa dön tuşu