Nivîsgeha serokwezrê Iraqê li bara pêkanîna civîna awarte ya komîsyona wezîrên ewlehiyê yên vî welatî bi serokatiya Heyder Ebadî ji bo hilkolandina rewşa ewehiyê li başûrê Iraqê agahî da.
Li gorî rapora Al-Alamê, nivîsgeha serokwezîriya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku komîsyona wezîrên ewlehiyê yên Iraqê îniyê şevê civîneka awarte bi serokatiya Heyder Ebadî fermandê hêzên çekdar ên Iraqê li dar xist.
Li daxûyaniya nivîsgeha serokwezîriya Iraqê hatiye: Civîna awarte bi armanca hilkolandina rewşa ewlehiyê ya vî welatî hatiye lidarxistin.
Di heman demê de, piştî lidarxistina xwenîşandanê, polîsê Necefa Eşref a Iraqê, qedextiya hat û çûyînê ragahndiye.
Al-Alamê ragihand ku çavkaniyên herêmî li bajarê Necefa Eşref ragihand ku îniyê şevê ji ber derbasbûna neqanûnî ya xwenîşanderan bo nava balefirgeha Necefa Eşrefê, hemî firînên navxweyî û derveyî bo Necefê û berovajî ji ber hegerên ewlehiyê heya demeke nediyar hatine rawestandin. Nerazîbûnên welatiyên iraqî li Besrê û hin bajarên din ên Iraqê bona protestokirina rewşa aloz û ne bi serûber a gîhandina xizmetan û bêkariya ciwanên iraqî derbasî roja şeşan a xwe bûye.
Televîziyona lubnanî ya El-Meyadînê jî roja îniyê ragihand ku li encama pevçûna navbera hêzên polîs û neraziyan li parêzgeha Mîsanê li başûrê Iraqê, nêzîkî 30 kes birîndar bûn.
Pêştir Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê tev hejmarek ji kesayetiyên parêzgeha Besrê û serokeşîrên wê hevdîtin pêk anî. Serokwezîrê Irqaê li vê hevdîtinê got: Hemî îmkanên pêdivî ji bo raberkirina xizmet û avedankirina parêzgeha Besrê dê werin terxankirin.
Serokwezîrê Iraqê diyar kir: Bêyî ewlehiyê em nikarin Iraqê avedan bikin, aboriyê çêbikin û derfetên kar û şuxilê pêk bînin.
Emar Hekîm serokê Tevgera Himkeya Neteweyî ya Iraqê jî roja îniyê tev Hadî Amêrî serokê hevalbendiya hilbijartinê ya El-Fathê li Bexdayê hevdîtin pêk anî û li bara alûgurên rojê yên Iraqê ji wan xwenîşandana vê dawiyê li başûrê vî welatî gotûbêj kir.