NûçeRojhilatanavinSûriye

Lidarxistina civîna dualî ya taxima aborî ya Îran û Sûriyê li Şamê

Civîna dualî ya taxima aboriyê ya Îran û Sûriyê bi beşadriya Emîr Emînî, alîkarê plandarêştin û rêveberiya çavkaniyên wezareta rê û çêkirina bajaran a Îranê û Samir Xelîl wezîrê aboriyê yê Sûriyê li Şamê hat lidarxistin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, taxima aborî ya Îran û Sûriyê roja duşemiyê ji bo şopandina  reşnivîsa hevhatina li warê berfirehkirina  hevkariyên aboriyê bi hev re şêwirîn.

Biryar e endamên  van du taximan li warê hevakriyên aborî hevhatinnameyeke  demdirêj amade bikin û zirûfên  heyî yên hev li hemî waran bi taybet warê aboriyê hilkolin.

Hevkariyên bankî û gumrukî, pêşeyî, teknolojî û lêzanînê, pêknaîna  bongahên  biçûk ên aborî û pêkanîna  postên nû yên hêlên  guhestina  iliktrîkê û avedankirina  binavahiyên Sûriyê ji wan mijaran in ku li sefera taxima aborî ya Îranê bo Sûriyê tê hilkolandin û hevhatinnama  seretayî li bara wan tê îmzekirin.

Pêkanîna  amadekariyên  lidarxistina  komîsyona  bilind a aborî yên her du qawetan li rojên tê ku bi beşadriya  berpisrên  pilebilind ên  Îran û Sûriyê dê were lidarxistin ji mijarên şêwirînên  taxma aborî ya Îranê li Sûriyê ye.

Taxima aborî ya Îranê yekşemiyê şevê bona   guhartina  hevkariyên  aborî bi Sûriyê re gihêşt Şamê.

Başa dön tuşu