Civîna dualî ya taxima aboriyê ya Îran û Sûriyê bi beşadriya Emîr Emînî, alîkarê plandarêştin û rêveberiya çavkaniyên wezareta rê û çêkirina bajaran a Îranê û Samir Xelîl wezîrê aboriyê yê Sûriyê li Şamê hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, taxima aborî ya Îran û Sûriyê roja duşemiyê ji bo şopandina reşnivîsa hevhatina li warê berfirehkirina hevkariyên aboriyê bi hev re şêwirîn.
Biryar e endamên van du taximan li warê hevakriyên aborî hevhatinnameyeke demdirêj amade bikin û zirûfên heyî yên hev li hemî waran bi taybet warê aboriyê hilkolin.
Hevkariyên bankî û gumrukî, pêşeyî, teknolojî û lêzanînê, pêknaîna bongahên biçûk ên aborî û pêkanîna postên nû yên hêlên guhestina iliktrîkê û avedankirina binavahiyên Sûriyê ji wan mijaran in ku li sefera taxima aborî ya Îranê bo Sûriyê tê hilkolandin û hevhatinnama seretayî li bara wan tê îmzekirin.
Pêkanîna amadekariyên lidarxistina komîsyona bilind a aborî yên her du qawetan li rojên tê ku bi beşadriya berpisrên pilebilind ên Îran û Sûriyê dê were lidarxistin ji mijarên şêwirînên taxma aborî ya Îranê li Sûriyê ye.
Taxima aborî ya Îranê yekşemiyê şevê bona guhartina hevkariyên aborî bi Sûriyê re gihêşt Şamê.