Civîna komîta şopandina hevkariyên aboriyê navbera Îran û Sûriyê bi armanca berfirehkirina peywendiyên aborî yên du welatan li Şama paytexta Sûriyê hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, li vê civînê ku roja çarşemiyê bi serokatiya Seîd Ohedî, serokê komîta berfirehkirina hevkariyên aboriye Îranê û Muhemed Samir Xelîl, wezîrê aboriyê yê Sûriyê li Şamê hat lidarxistin, Ohedî ser hez û meyla Îranê bo destpêkirina pêvajoyeke nû ji hevkariyên aborî li hemî waran bi beşdariya berfireh a beşa dewletî û taybet a her du welatan tekez kir.
Seîd Ohedî her wiha li dawiya vê civînê di nava koma nûçegihanan, bal kişand ser vê yekê ku pêşeroja peywendiyên aboriyê yên Komara Îslamî ya Îranê tev Sûriyê rohn û zelal e û got: Ji ber serketinên vê dawiyê yên gel û dewleta Sûriyê li warê meydanî û siyasî, rewşa geşatiya aborî ya du welatan zêdetir ji berê xweş bûye.
Ohedî her wiha da zanînê ku Îranê di dirêjahiya vî şerê zalimane ku îstikbara cîhanî tev dewlet û gelê Sûriyê birêxistibû, piştgirî daye vî welatî û li warê berfirehkirina peywendiyên aborî jî siyaseta Têhranê, piştgirî û xebitandina sermaya hevpar li geşatiya mayînde û peywendiyên aborî bi Şamê re ye.
Serokê komîteya berfirehkirina hevkariyên aboriya Îranê her wiha di derbarê destpêkirina çûyîna ziyaretkirên Îranê bo Sûriyê jibo ziyareta herema paqij a hezreta Zeyneb (S) û got: “Destpêkirina çûyîna ziyaretkirên îranî bo Sûriyê maye ser pêkhatina ewlehiya tam a wan ji aliyê dewleta Sûriyê û biryar hat dayîn ku belga dabînkirina ewlehiya ziyaretkirên îranî ji aliyê dewleta Sûriyê va were amadekirin û bikeve ber destê saziên çavdêriyê yên Îranê“.
Pêştir Seîd Ohedî serokê komîteya berfirehkirina hevkariyên aboriyê yên Îranê, bi Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê re jî hevdîtin û gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)