Lidarxistina rê û resma xatirxwestin û nasandina serokên berê û nû yên Dezgeha Dadweriya Îranê

Rê û resma xatirxwestin û nasandina serokên berê û nû yên Dezgeha Dadweriya Îranê roja duşemiyê bi beşdariya komeke zav ji berpirsên dadwerî, welêt û leşkirî li Têhranê hat lidarxistin.
Li gorî rapora Fars News`ê, di destpêka civînê de, Hucetulîslam welmuslimîn Muhemed Muhemedî Gulpayganî, serokê nivîsgeha rêberê giranqedr, hikmê bijartina Hucetulîslam welmuslimîn seyd Îbrajhîm Reîsî bo serokatiya Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê ji aliyê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî xwend.
Hucetulîslam welmuslimîn seyd Îbrajhîm Reîsî jî li vê merasimê, ji hewldanên ayetullah Sadiq Amoliyê larîcanî, serokê berê yê Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê sipasî kir û got: Tu kes li ti cih û şûnekê mafê binpêkirina qanûnê tine.
Serokê nû yê Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê bal kişand ser boykotên zalimane yên Emerîkayê li dijî Têhranê û diyar kir: Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê dê piştgiriyê bide her cure xebitandina sermayê û pêkanîna kar şuxilan li Komara Îslamî ya Îranê.
Hucetulîslam welmuslimîn seyd Îbrajhîm Reîsî jî bal kişand ser binpêkirina maên mirovan ji aliyê dewekarên berevaniya ji wê û got: Binpêkirên mafên mirovan nikarin bibin dewekarên mafên mirovan.
Serokê nû yê Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê teqez kir: Divê hikm û têgihên Îslamê li warên curbicur bi taybet li beşa mafên mirovan bi durustî bên nasandin û hilêxistin û bo agehdariya raya giştî divê pirtir hewl bidin.
Serokê berê yê Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê jî li vê merasimê pîrozbayî gote Hucetulîslam welmuslimîn Reîsî û hêviya serketinê bo serokê nû yê Teşkîlata Dadweriyê ya Îranê kir.