Hejmarek ji partî û komên erebî dest bi lidarxistina kempêyna medyayî ya “ Normalkirina peywendiyan bi Îsraîlê re cinayet e“ kirine.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê, kempêyna “ Normalkirina peywendiyan bi Îsraîlê re cinayet e“ roja yekşemiyê wek berteka li hember sefera taximên siyonîstî bo hin welatên erebî yên derdora Kendava Farsê û raghandina amadetiya hin hikûmetên erebî bona normalkirina peywedniayn bi Rejîma Siyonîstî re hatiye lidarxistin.
Plana lidarxistina vê kempêynê komîta “ piştgiriya ji El-Eqsayê li Lubnanê“ û navenda filistînî ya rawestana li ber normalkirina peywedniyan raber kirine.
Dîzaynerên kempêyna “ Normalkirina peywendiyan bi Îsraîlê re cinayet e“ di daxûyaniyekê de ragihandin: Armanca vê planê nîşandayîna xeterên siyasî, aborî û çandî û normalkirina peywendiyan û besîckirina gelên erebî bona zexta ser rayedarên welatên erebî bona rawestandina noramlkirina peywdniyan bi Rejîma Siyonîstî re ye.
Li beşeke din a vê daxûyaniyê hatiye: Armanca vê kempêynê sekinîna ser vê rastiyê ye ku filistînî li berxwedanê bi tenê nînin belkî umeta erebî û îslamî bona rawestana li ber noramlkirina peywendiyan piştgiriyê didine filistîniyan.
Dîzaynerên kempêyna “ Normalkirina peywendiyan bi Îsraîlê re cinayet e“ destnîşan kirin: Xeterên normalkirina peywedniyan bi dijminê siyonîstî kêmtir ji hevhatinên siyasî yên îmzebûyî bi vî dijminî re nîne û hewldanên li warê meşrnîşandayîna dagirkeriya Rejîma Siyonîstî li dijî dîroka navçê û çanda wê ye.
Pêvajoya normalkirina peywedniyan navbera Rejîma Siyonîstî û hin welatên erebî yên derdora kendava Farsê, gurtir bûye. Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî 25 Cotmehê çû Umanê û Mîrî Rêgo wezîrê werziş û çandê yê Rejîma Îsarîlê jî 26 cotmehê bi taximeke werzişî re sefera Îmaratê kir.