İslami Davet Kurdi Bange İslami

“Lîderê herî kal ê Afrîkayê” ji bo hilbijartinê xwe amade dike

Serokê Dewleta Zîmbabveyê Robert Mugabeyê 93 salî ji bo hilbijartinên ku wê sala pêş me da bên kirin, dest bi kampanyayê kir.

Li gor agahiyên di çapemeniya neteweyî da hatin weşandin Mugabeyê ku ev 37 sal e Serokê Dewleta Zîmbabveyê ye di mitînga ku Eniya Welatperwer-Yekîtiya Neteweyî ya Afrîkayê ya Zîmbabveyê (Zanu PF) li paytext Harareyê da axivî û got ku ji bo hilbijartina bê dest bi kampanyayê kir.

Mugabe destnîşan kir ku ewê ji bo hikûmet, welatiyên reşik ên bi eslê xwe ji Afrîkayê ne bike xwedî erd wê bixebite.

Di nav welatên Afrîkayê da Mugabe lîderê herî kal e û di meha sibata borî da bi îdiaya di hilbijartina 2018an da ji wî çêtir namzed tuneye xwe wek namzed îlan kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version