IraqNûçeRojhilatanavin

Lihevkirina Bexda û Hewlêrê ser azadkirina Mûsilê

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Bexda û Hewlêrê li ser azadkirina Mûsilê û nehêştina nakokîyên di vî warî da li hev kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê şeva buhurî li civîneke rojnamevanîyê ragihand ku bi taxima Herêma Kurdistana vî welatî ra li bara operasyona azadkirina Mûsilê û rewşa daraîyê gotûbêj pêk hatîye.

Serokwezîrê Iraqê herviha got ku wî bi nuner û komên sîyasî yên Mûsilê ra jî hevdîtin pêk anîye û bi wan ra li bara planên ewlehîyê û mijarên serbazî gotûbêj kirîye.

Ebadî herviha got: Bexda û Hewlêrê lihev kirine ku fermandarîya hêzên hevpar ên iraqî li oprasyona azadkirina Mûsilê, di destê dewleta navendî da be.

Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku her du alîyan lihev kirine ku di encama opêrasyona azadkirina Mûsilê da sînorên vê parêzgehê neguherin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu