AborîAsyaNûçe

Lihevkirina destpêkê ya Israîl û Tirkîyê jibo danîna borîya veguhestina gazê

Yoval Ştanîtz wezîrê ênêrjîyê yê rêjîma Israîlê ragihand ku Israîl û Tirkîye yê berûlayên danîna borîyeke veguhestina gazê bo Tirkîyê hilkolînin.

Li gorî gotina Ştanîtz, biryar e ku ew borîya ji bin deryayê va ber bi Tirkîyê û paşê Ewropayê bê danîn.

Wî herviha got: Me û tirka lihev kir ku zûka gotûbêjên têkildarî imkan û qazancên vê projê destpê bikin.

Wezîrê ênêrjîyê yê rêjîma Israîlê got ku wî bi Berat Albayrak wezîrê ênêrjîyê yê Tirkîyê ra gotûbêj kirîye.

Wezîrê ênêrjîyê yê Israîlê yekem rayedarê sîyonîst e ku piştî asayîbûna peywendîyên Israîl û Tirkîyê serdana Enqerê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu