AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Lihevkirina Îran û Vîtnamê jibo zêdekirina 5 qatî ya danûstandinên ticarî

Serokomarên Îran û Vîtnamê lihev kirin ku asta danûistandinên ticarî yên her du welatan 5 qatî zêde bikin û bigihînin zêdeyî 2 milyard dolarî.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro piştî wajokirina du belgeyên hevkarîyê di navbera Îran û Vîtnamê li Hanoyê da li koma nûçegihanan got: Gelê Îranê vîtnamîyan wekî gelekî berxwedêr, bi vîyan li hemberî destdirêjîya bîyanîyan, serxwebûnxwaz, têkoşer, pêşketinxwaz û aştîxwaz nas dikin.

Rûhanî herviha got: Li civîna taybet û civîna hevpar a desteyên derecebilind lihevkirinên baş pêk hatin û her du alî ser vê bawerê ne ku potansîyelên zef jibo berfirekirina peywendîyên aborî û ticarî nemaze sermayedanîna li her du welatan hene.

Rûhanî herviha got: Derfeteke baş jibo firotina nift, gaz, enerjî û pêtroşîmîya Îranê bo Vîtnamê heye û Têhran jibo dabînkirina imkana pişkdarîya kompanîyên vîtnamî û sermayedanîna li beşa nift û gaza Îranê amade ye.

Rûhanî bal kişand ser hevdengîya Îran û Vîtnamê têkildarî hin meseleyên girîng ên navnetewî û got: Îran û Vîtnam xwazyarê bihêzkirina aştî û istiqrarê li rojhilata Asîyayê û Rojhilata Navînê ne û tevî neyarîya li hemberî şer, şîdet û têrorîsmê, gotûbêjê rêya herîbaş jibo nehîştina nakokîyan dizanin û yê piştgirîya ji helwestên hev li civatên navnetewî bidomînin.

Tray Day Govan serokomarê Vîtnamê jî ji alîyê dewlet û gelê Vîtnamê va xêrhatin gote Rûhanî û taxima pilebilind a bi wî re û got: Li civîna desteyên pilebilind her du alîyan li bara berfirekirina hevkarîyên Têhran û Hanoyê û rêkên serêxwegirtina wan gotûbêj kirin.

Serokomarê Vîtnamê, bal kişand ser rêketinama Têhran û hanoyê têkildarî meseleyên sîyasî, aborî û çandî û got: Vîtnam piştgirîyê dide fikr û pêşnîyara serokê Komara Islamî ya Îranê ya cehana bêyî şîdet û zêdegavîyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu