İslami Davet Kurdi Bange İslami

Lihevkirina jibo azadkirina duyemîn meqera DAIŞ`ê li Iraqê

Xalid Mefrecî parlimanterê parêzgeha Kerkûkê li meclisa Iraqê îro got: Tivdîra locêstîk-jibo destpêkirina opêrasyona azadkirina Hewîcê li başûra parêzgeha Kerkûkê hatîye kirin.

Mefrecî herwiha got: Li gorî lihevkirina delweta navendî ya Bexdayê û YNK`ê opêrasyona azadkirina Hewîcê ku zêde ji 2 salan e di bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê da ye, yê bi rêvebirîya hêzên artêşa Iraqê destpê bibe.

Parlimanterê parêzgeha Kerûkê li meclisa Iraqê herwiha got: Lihevkirina di navbera dewleta navendî ya Bexdayê û YNK`ê da jibo azadkirina Hewîcê li serdana vê dawîyê ya Ebadî serokwezîrê Iraqê bo kerkûkê da pêk hat.

Berî vîya, Wesfî Asî fermandarê hêzên iraqî jibo azadkirina Hewîcê ragihand ku dema vê opêrasyonê nêzîk e.

Bajarê Hewîcê duyemîn meqera DAIŞ`ê li Iraqê ye ku havîna sala 2014`an ket bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê û heta niha zêde ji 5 hezar kes ji gelê vî şarî jibo xislabûna ji belaya DAIŞ`ê, hatine kuştinê an hatine girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version