NûçeRojhilatanavin

Nesrullah Îsrayîl gefa herî mezin a navçê ye

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Îsraîl gefaa herî mezin a navçê daye zanîn û got: Dijminê siyonîstî hertim li kemîna netewên navçê ye.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîna Lubnanê , Seyîd Hesen Nesrullah sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê li rêûrisma salvegera 16-an a derketina siyonîstan ji başûra Lubnanê bal kişande ser cinayetên rejîma siyonîstî li navçê û destnîşan kir; Îsraîl hertim li fikra pîlanên dijî gelên navçê ye, lê birek ji welatan dixwazin vî rejîmî dostê xwe bidin nasandinê.

Seyîd Hesen Nesrullah ku li ser merqeda şehîd Seyîd Ebas El-Mûsewî sekreterê berê yê Huzbullaha Lubnanê li navça Beqayê li rojhilata vî welatî diaxivt destnîşan kir; Serketinên berxwedanê dijî Rejîma Siyonîstî bitaybet li sala 2000 bûye pişkek ji çand, dîrok û pêşeroja Lubnanê.

Seyîd Hesen Nesrullah sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê herwisa destnîşan kir ku serketina berxwedan sirweta netewî ya Lubnanê ye û em ji kesên ku dil hene vê serketinê nebînin dixwazin ku tesîbên hizbayetî û dijayetiyên siyasî dayînin qiraxê.

Seyîd Hesen Nesrullah bal kişande ser rewşa hundirî ya Lubnanê û ragihand : Roja îro artêş, berxwedan û xelkê Lubnanê sê faktorin ku Lubnan li hemberî dijminan parastine.

Seyîd Hesen Nesrullah sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê herwisa îşareyî hevrêtiya birek ji welatên navçê tev Rejîma Siyonîstî jî kir û ragihand ku ew kesên ku baweriya wan bi berxwedanê tune, herî kêm dest ji pîlanên eşkera û veşartî dijî berxwedanê berden.

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê li bara şerê niha dinavbera berxwedanê û dijminan li navçê jî got: Berxwedan li vî şerî dê serkeve û tu gavê işkestê naxwe û carek din Filistîn wekî tenê bereya şêr dê dewamê bide vê berxwedana dijî rejîma Siyyonîst.

Li 25 gulana sala 2000 rejîma Siyonîstî terseyî ew hemû karayiya eskerî li hemberî berxwedana Lubnanê teslîm bû û neçar ma ku ji başûra Lubnanê bireve (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu