IraqNûçeRojhilatanavin

Yekîtîya Awropa vegerandina koçberên Îraqê gengeşe dikin

Serokê şanda Yekîtîya Awropa li Îraqê ragîhand, endamên Yekîtîya Awropa gotubêjan li ser vegerandina koçberên Îraqê dikin.

Patrik Sîmonît serokê şanda Yekîtîya Awropa li Îraqê di prês konferansekê da li Bexda dîyar kir, ew dê hewla vegerandina koçberên Îraqê yên ku dixwazin vegerin bikin û dê bi hemahengîya digel hikûmeta Îraqê be.

Xuya jî kir piştî rêxistina terorîstîya Daişi dest bi ser çend bajar û deverên Îraqê da girtin, mezintirîn pêla koçberîyê di dîroka Îraqê da rûdaye. Bi awayekî tê texmînkirin ku nêzîkî çar milyon Îraqî aware kêşewerê Awropa bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu