CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Lihevkirinameya leşkerî ya navbera du Koreyan bi cih tê

Berdevkê serokomartiya Koreya Başûr qala cihanîna lihevkirinên leşkerî yên du Koreyan ji heftiya tê va kir.

Li gorî rapora Yonhapê, Kîm Îyo Kiyom , Berdevkê serokomartiya Koreya Başûr roja Sêşemiyê ragihand ku biryara Seulê ya cihanîna lihevkirina leşkerî digel Piyong Yangê dikare rê ji bo dayîna daxûyaniya fermî ya bidawîhatina şêrr navbera du welatan veke.

Lihevkirinameya leşkerî ya navbera du Koreyan roja 19ê Îlona 2017an navbera Song Yong Mo wezîrê berevaniyê yê Koreya Başûr û No Kuwang Çol wezîrê hêzên çekdar ên gelê Koreya Bakur li Piyong Yangê hevdem digel sefera serokê Mon Caê În serokomarê Koreya Başûr bo Koreya Bakur hat îmzekirin.

Armanca îmzekirina vê lihevkirinameyê, kêmkirina kêşeyê û girtina pêşiya pevçûnên nişkêvayî li Nîvgirava Koreyê ye.

Başa dön tuşu