IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê gundê El-Nayfe kontirolkirin

Artêşa Iraqê di çarçoveya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê gundê El-Nayfa ku, dikeve rojavayê nahiya Nemrûd kontirolkir û alaya Iraqê li ser bilind kir.

Derbarê kontirolkirina wî gundî ragehandina şer a operasyonê daxuyaniyek belav kir, tê de rizgarkirina gundê El-Nayfa ku, dikeve rojavayê nahiya Nemrûd ji çekdarên DAIŞê ragehand.

Ji aliyê xwe ve Heşda Şebî li ser malpera xwe belav kiribû ku, wan gundê El-Rikrak piştî şereke giran bi çekdarên DAIŞê re kontirol kir.Da zanîn ku, niha dixwazin firokxaneya Telefer rizgar bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu