ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama rêberê mezin cihana Îslami bi karwanê sporê ya Paraolempîk

Rêberê mezin ê inqilaba îslamî ya Îranê li peyamekê ji bo Karwanê sporê ya Paraolempîkê ya ser navê şehîdên Minayê got: We şanazî afirand û dilê gelê Îranê şa kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî li peyama xwe ji bo Karwanê sporê ya Paraolempîkê ya ser navê şehîdên Minayê hatiye; We navûdengê şehîdên mezlûm ên Minayê li cîhanê belav kir û we kincên bimbareke Îhramê nîşanî dijminên dînê îslamê da.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî bilî qedrzaniya ji Karwanê sporê ya Paraolempîkê ya ser navê şehîdên Minayê hêviya xwe daye diyarkirin ku sporvanên Îranê bi baweriya li qayde û qirarên dînî wekî hertim bi xwe bawer kirinê ku hêjayî sporvanên îranî ye,  li meydanên sporê amade bibin.

Rêberê mezin ê inqilaba îslamî ya Îranê herwisa ji ber rûdawa diltezîn a emrê xwedê kirina cangorî û şervanê îslamê sporvan “ Behmen Gulbadnijad“sersaxî xwest.

Li Paraolempîka sala 2016 a Riyoyê, Çînê 107 medalên zêr, 61 medalên zîv û 51 medalên bironz vergirt û bûye ewil welat û Ingilîz û Ukrayînê jî bûne welatên dudyan û sisyan.

Karwanê Parolempîka Îranê bi bidestxistina 8 medalên zêr, 9 medalên zîv û 7 brunzan li pileya 15`an cih girt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu