CîhanEwropaNûçe

Macron ji bo hinek welatêm YEyê daxwaziya mueyîdeyan kir

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku “divê li hin welatên endamên Yekitiya Ewropa ku koçbera nahewînin mueuyîde bên sepandir.”

Macron bi Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez re li Qesra Elyseeyê hevdîtin pêk anî. Piştê hevdîtinê Macron di civîna çapemeniyê de destnîşan kir ku “Fransa û Îspanya di çareseriya hewandina koçberan de xwediyê heman stratejiyê ne.”Macron di dewamiya axaftina xwe de da zanîn ku: Hin welatên endamê Yekitiya Ewropa mixabin di meseleya koçberan de xwediyê hin hesasiyetan nînin. Divê wan welatên ku koçbera nahewînin mueuyîde bên sepandir. Divê di van meseleyan de welat tenê berjewendiyên xwe nefikirin.”

Macron di dawiya axaftina xwe de got ku “îro li Ewropa tenê krîza koçberan tune ye herwiha kirîzeke mezin a siyasî jî heye.”

Başa dön tuşu