İslami Davet Kurdi Bange İslami

Macron û Putîn hevdîtinek pêkanîn

Derbarê proseya Rûsya- Fransa ya bo alîkariyên welatiyên Sûriyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron û yê Rûsyayê Vilademîr Putîn hevdîtinek pêkanîn.

Kremlin di daxuyaniyekê de ragehand ku, di pêwendiyeke telefonîde îro roja Înê Macron û Putîn rewşa Sûriyê û proseya wan a hevbeş derbarê alîkariya welatiyên sivîl ên wî welatî gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Kremlinê, Serokê Rûsyayê tekezî li ser ji nûavakirina Sûriyê ye û rola civaka navnetewî di wê proseyê de kir, herwiha vegerandina penaberên wî welatî bo malên xwe.

Berî niha Fransayê bi alîkariya Rûsyayê karwanek ji alîkariyên mirovî gehandibûn Sûriyê daku, li welatiyên navçeya Xuteya Rojhelat bêne dabeş kirin.

Exit mobile version