CîhanNûçe

Madoro: Hişariya Şîliyê, hişyariya Emerîkaya Latîn e

Serokkomarê Venzuelayê bal kişand ser nerazîbûnên li dijî kapîtalîzma vê dawiyê li Şîliyê, hişyariya xelkê vî welatî derfetek bo hişyariya hemî gelên Emerîkaya latîn da zanîn.

Li gorî rapora kanala Hîspan TV`yê, Nîkolas Madûrû, serokkomarê Venzuelayê vê sibê li kêleka destpêbûna panzdehemîn nîşangeha navneteweyî ya pirtûkan a Venzuelayê got: Şîlî li halê amadekirina rûpelên bi nirx ên dîrokê li sala 2019`an e û emê îsal ji bîr nekin ji ber ku îsal, sala hişyariya Şîliyê ye. 

Madoro cardinê tevî piştgiriya ji nerazîbûnên xelkê Şîliyê û rexnekirina siyasetên  serkutkirin û tebîzkirina sibastiyen Pînyê, serokkomarê vî welatî got: Xelkê Şîliyê nîşan dane ku neghêjin xwestekên xwe dê narewstin. 

Madoro ji dewleta Pîniyê xwest ku bila dev ji serkutkirina xelkê berde. 

Nearamiyên Şîliyê ji dawiya Cotmeha buhurî va bona protestokirina zêdebûna buhaya mêtrotê, kêmbûna  derhatan û miaşyên teqautbûnê, kêmasiyên xizmetên tendrustiyê û hîndekariyê  destpê bûn. 

Niha nerazî daxwaza wêdeçûyîna serokkomarê ji ser desthilatê dikin. 

Li gor ragahndina xaça sor a Şîliyê li encama van nearamiyan heta niha herî kêm 23 kes hatine kuştin û zêde ji du hezar û 500 kes jî birîndar bûne. 

Başa dön tuşu