ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê ji Viyetnamê berê xwe da Serîlankayê

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê çarşemiyê piştî nîvro li dawiya sefera Viyetnamê bi taximeke parlemanî re ji bajarê Hûşîmîn ê Viyetnamê berê xwe da Kolomboya paytexta Serîlankayê.

Elî Larîcanî,  Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê biryar e li Kolomboyê bi rayedarên siyasî parlemanî û aborî yên Serlankayê re hevdîtin û gotûbêjê bike.

Larîcanî beriya derketina ji Viyetnamê, seredana  tûnêla Koçiyê û navenda lêkolînê û parka teknolojiya cotkariyê ya Hoşîmînê kir.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê piştî seredana  tûnêla Koçiyê ya Viyetnamê got: Viyetnamîyan teknîkên balkêş ji bo berxwedana li hember emerîkiyan hebûne û ev mijara nîşan dide tevî ku emerîkî bi hemî hêza xwe derbasî  nava Viyetnamê bûne, lê nêzîkî 300 kuştiyên wan li vî welatî hebûne.

Larîcanî bal kişand ser vê yekê ku  tûnêla Kûçiyê tenê mînakek ji berxwedana  viyetnamiyan e û got: Viyetnamî li van tûnêlan karîn ku derbeyên  cidî li emerîkiyan xînin û eva nîşan dide ku ger netewek feqîr û xizan mîna  Viyetnamê bixweze li hember qawetekê bisekine, riya wê peyda dike.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  ev cureya  berxwedanê ji bo îro jî kêrhatî û giring e û destnîşan kir: Îro rojê emerîkî şêwazên din ji bo şêr bikar tînin loma divê li nava gelan ev hişyariya hebe ku li hember zêdegaviyên wan yekdil, berxwedêr û hevgirtî bin da ku bi ser kevin.

Elî Larîcanî roja duşemiyê ji bo hevdîtin û gotûbêja  bi rayedarên  Viyetnamê û berfirehkirina  hevkariya parlemanî ya dualî, gihêşt Hanûyê.

Başa dön tuşu