CîhanEwropaNûçe

Madûro: Hêzên gelanî yên Venzuelayê derdikevin rewşa amadetiyê

Nîkolas Madûro, serokkomarê Venzuelayê li peyamekê tevî ragihandina nûçeyekê derheq guherîna li qanûna bingehîn a vî welatî got: Fermander Çavêz her tim daxwaza avakirina Rêxistineka çekdar a gelanî ya mezin û bi hêz dikir. Yekînên gelanî dê cih û şûneka qanûnî hebin û dibin beşeke cudanebûyî ji hêzên çekdar ên welêt.

Pêştir jî dewleta Venzuelayê raghandibû ku heta Kanûna 2019an hejmara efserên yekîna gelanî ya Venzuelayê ji 2.1 milyonî bighêje 3 milyon kesî.

 Ev kiryar wextekê xurt bûn ku Waşengtonê bi piştgiriya ji dijberên dewleta qanûnî ya Venzuelayê darbeyeke  bê encam li vî welatî li dijî Madûro bi rêxist.

Hin welat bi serkirdetiya Emerîkayê li kiryareke neqanûnî Xuwan Guaydo, rêberê neyarên Venzuelayê li Çilla 2019` an wek serokkomarê demkî yê vî welatî dan nasandin ku xeleka dorpêç û xezt û zorê ser Venzuelayê şidiyayîtir bibe.

 Lê tevî van kiryaran, gelê Venzuelayê û artêşa vî welatî bi caran piştgiriya xwe ji dewleta qanûnî ya Karakasê ragihandine.

Başa dön tuşu