CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Maduro, xuliqkarê derbeya vê dawîyê nasand

Serokomarê Venezuelayê di axavtinekê da, xuliqkar û tûrîsiyenê derbeya vê dawîyê nasand.

Ligorî rapora Russia Todayê, Serokomarê Venezuelayê Nîkolas Maduro di axavtinekê de aşkira kir ku Rêvebirê Giştî yê Servîsa Îstixbarata Venezuelayê (SEBIN) yê berê Mannuel Rîkardo Kirîstofêr Fîgoêra ku ji salekê berî niha ve jibo CIA`ya Amerîkayê kar dikir, plankarê derbeya dijî wî ye.

Ligorî vê raporê, Serokomarê Venezuelayê derbarê derbeya serneketî ya 30`yê Nîsanê de got: Encama lêkolîn û îfadewergirtinan nîşan dide ku kesê handêr li pişt vê derbeyê general Fîgoêra bûye û wî ew kara ligorî daxwaza Waşîngtonê kirîye.

Wî di dewamê de pêgirî kir ku berî vîya ew bi saya rayedarên Venezuelayê derbarê serederîya ecêb a Fîgoêra jibo encamdana derbê de agahdar bûye.

Başa dön tuşu