İslami Davet Kurdi Bange İslami

“Mafên Mirovan”a Neteweyên Yekbûyî (NY) Amerîkayê şermezar kirin

Konseya “Mafên Mirovan” a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê biryarnameyê da boykotên Amerîkayê li dijî welatên endam şermezar kiriye. Pêşnivîsa vê biryarnameyê bi destê Venezuêla û Filistînê û ji aliyê Tevgera Qeydnenasan va hatibû raberkirin.

Ev pêşnivîs bi 28 dengên Erê, 14 dengên Na û 5 dengên Bêla hat pesendkirin.

Idrîs Cezayîrî, Raporterê taybet ê Konseya “Mafên Mirovan” a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di meha Gulanê da ragihandibû ku sepandina boykotên abûrî li dijî Kûba, veenezuêla û Îranê bi armancên siyasî ji aliyê Amerîkayê va, binpêkera mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye.

Exit mobile version