IraqNûçeRojhilatanavin

Mala şîne rastî êrişa xwekujî hat: 15 kuştî û gelek birîndar

Hat ragihandin ku li navçeya Tarmiye ya Bexdayê maleke şînê rastî êrişa xwekujî hat, di encama êrişê de 15 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Navenda Çapemeniya Ewlehî ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku xwekujekî li navçeya Taymiye ya Bexdayê nêzî mala şînê bombeya ser xwe teqand, di êrişê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Herwiha li gor medyaya Iraqê di êrişa xwekujî de 15 kesan canê xwe ji dest da û gelek hemwelatî jî birîndar bûn. Heta niha tu kes an jî rêxistinê berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Başa dön tuşu