EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li eyaleta Ferah ya Efxanistanê teqîn: Herî kêm 11 kuştî

Li eyaleta Ferah ya Efxanistanê bombek bi otobûsa rêwiyan de teqiya, herî kêm 11 kes hatin kuştin.

Îro danê sibê li devera Lexoşk ya bajarê Balablok li eyaleta Ferah ya Efxanistanê, bombek bi otobûsa rêwiyan de teqiya.

Berdevkê waliyê eyaleta Ferah Mihemed Nesîr Mêhrî ji BBC re gotiye, di wê rûdanê de herî kêm 11 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên wî rayedarê Efxanî, di nav kuştiyen de jin û zarok jî hene. Otobûsa ku bomb pê de teqiyaye, ji bajarê Heratê diçû Kabilê.

Heta niha nayê zanîn ew bomb ji aliyê kîjan grûbê ve hatiye danîn lê hikûmeta Efxanistanê çekdarên Taliban bi wê yekê tohmetbar dike.

Başa dön tuşu