NûçeRojhilatanavinSûriye

Malbateke Efrînî di encama teqîna mayineke terorîstên ASA yê jiyana xwe ji dest danin

Malbateke ji Efrînê ku ji dê, bav û zarokekî yek salî pêk tê, dema dixwest ji ber hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û terorîstên ser bi wê ji Efrînê derkeve, mayinek ku artêşa tirk û terorîstên wê li ser riya wan danîbûn teqiya û her sêyan jiyana xwe ji dest da.

Şêniyê bi navê Mihemed Farûq Bîro (28 salî), hevjîna wî Tolîn Rêzan (21 salî) û kurê wan Can Mihemed Bîro (1 salî) duh dema dixwest ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê ji Efrînê derkevin, di encama teqîna mayinekê li ser rêya di navbera Efrîn û Beradê de jiyana xwe ji dest da.

Başa dön tuşu