CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Malezya: “Werzişkarên îsraîlî yên rejîmeka sexte û çêkirî ne û xelkê Malêziyê ji sextekaran hes nakin”

Serokwezîrê Malêzyayê bi ragihandina dubare ya dijayetiya vî welatî li hember mazûvaniya ji melavanên îsraîlî ji bo beşdariya li pêşbirkên cîhanî yên Avjeniyê li Malêziyê, got: “Werzişkarên îsraîlî yên rejîmeka sexte û çêkirî ne û xelkê Malêziyê ji sextekaran hes nakin”.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Mahatîr Mihemed, roja Şemiyê li axivtina xwe ya li navçeya Kamêron Haylendê, destnîşan kir: “Mafê Malêzyayê heye ku nehêle welatiyên îsraîlî werin Malêziyê. Her ji ber vê yekê dewleta vî welatî biryar daye pêşiya beşdariya werzişkarênîsraîlî li Pêşbirkên Cîhanî yên Avjeniyê di sala 2019`an de li Malêziyê bigire”.

Mahatîr Mihemed, herwiha li pişkeka din a axivtina xwe bal kişand ser biryara Donald Trump, serokomarê Amerîkayê ji bo girtina pêşiya çûyîna welatiyên hin welatên misilman bo Amerîkayê û destnîşan kir: “Eger ku Amerîka dikare karekî bike, vêca Malêzî jî dikare pêşiya hatina îsraîliyan li vî welatî bigire”.

Malêzî ji 29`ê Tîrmehê ve heya 4`ê Tebaxê, mazûvana Pêşbirkên Cîhanî yên Avjeniyê di sala 2019`an de ye.

Başa dön tuşu