Malikî: Divê hemî çekên neqanûnî radestê dewleta Iraqê bên kirin
Nûrî Malikî, alîkarê serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê partiya El-Dewe ya vî welatî diyar kir: Divê hemî çekên neqanûnî yên di destê koman radestî dewletê bên kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Malikî, serokê hevalbendiya hilbijartinê ya Dewleta qanûnê roja duşemiyê diyar kir: Çekêln neqanûnî ku di destê mîlîtan û bandên cinayetên organzîbûyî de ne, divê ji wan bên istandin û radestê dewletê bênkirin.
El-Malikî got: Çek û sîleh di Iraqê de divê di înhisara dewletê be da ku berfirehkirina ewlehî û aramiya siyasî û ewlehiyê li welêt bê garantîkirin û xelk xatircem bibin ku li hember zordariya cinayetkaran piştgiriya wan dike.
Hilêxistina bernama jiçekkirina komên siyasî li Iraqê û înhisara wê di destê dewletê mijareke nû nîne lê teqîna bi xof a meha buhurî ya depoyeke ne fermî ya çek û sîehan li navçeyeke xelknişîn li bajarokê Sedra Bexdayê, wê cardinê bike yek yek ji meselên rojê yên vî welatî.
Ji dema raghandina dawîbûna hizûra eskerî ya DAIŞê li adwiya payîza buhurî behsa pêwîstiya jiçekkirina komên siyasî yên Iraqê ku li 15 salan piştî sernixûnbûna Sedam û bi taybet li dewra rawestana li ber terorîzmê û DAIŞ`ê çekdar bibûn an çiqên eskerî hebûn, di rojevê de ye.
Serokwezîriya Iraqê jî li Kanûna 2017`an destpêbûna cihhatina plana înhisara çekan di destê dewletê de raghand.
Ev yeka bi taybet ji çend mehan beriya lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên Iraqê bi awayekî gurr ket rojevê û pêwîstiya jiçekkirina komên siyasî raghandin ku çiqa xwe ya eskerî têk birine an xistine bin çavdêriya erkantiya fermandehiya giştî ya hêzên çekdar.