Alîkarê serokkomarê Iraqê got: Welatê wî bi işkesta terorîzmê, li halê derbasbûna nav dewraneke nû ji aramî û ewlehiyê ye.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA` yê, Nûrî Malikî alîkarê serokkomarê Iraqê li hevdîtina bi Îrec Mescidî, balyozê Îranê li Bexdayê got: Iraq li qonaxa ewil a derbasbûna ji terorîzmê ji bo lidarxistina hilbiajrtinên parlemanî, 12 Gulanê amade dibe.
Serokwezîrê berê yê Iraqê, her wiha jordebrina asta xizmetên girştî bo xelkê, xurtkirina pêvajoya geşatî û avdankirinê û rawestana li ber bêkariyê ji ewlewiyetên îro yên Iraqê da zanîn.
Mescidî jî piştgiriya Komara Îslamî ji Iraqê û amadetiya ji bo her cure hevkariyanraghand.
Li hevdîtina alîkarê ewil ê serokkomarê Iraqê û balyozê Îranê li Bexdayê, her wiha dawîn alûgurên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê û navçê, meselên dualî û dawîn alûgurên têkildarê hilbijartinên parlemanî yên pêşber, hatin hilkolandin.
Balyozê Îranê li Bexdayê pêştir tev Fuad Mesûm serokkomar û Seyd Emar Hekîm serokê tevegra Hikmeya neteweyî ya Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara peywendiyên dualî li çarçoveya berjewendiyên du welatên dost û cînar şêwirî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)