CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Parlemana Iraqê dengê erê da plana tolhildanê ya vî welatî li hemberî fermana serokomarê Amerîkayê ya bisînorkirina derbasbûna koçberên 7 welatên islamî ji wan Iraqê bo nav Amerîkayê

Parlemana Iraqê îro dengê Erê da plana tolhildanê ya vî welatî li hemberî fermana Donald Trump serokomarê Amerîkayê ya bisînorkirina derbasbûna penaxwaz û koçberên ji 7 welatên islamî ji wan ên iraqî nav axa Amerîkayê.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê înîyê şevê fermana bisînorkirina berfire ya derbasbûna penaxwaz û koçberanên 7 welatên islamî bo nav axa Amerîkayê wajo kir.

Li gorî vê fermanê, dayîna vîzeyê bo welatîyên çend welatên islamî mideha 90 rojî hatîye sekinandinê. Ev dema di pêşnivîsa vê fermanê da 30 roj bû.

Cihanîna vê fermanê bilî sergirdankirina bi hezaran rêwîyî, bûye sedema bertekên berfire li nav û derveyî Amerîkayê, bi awayekî ku xwepêşandan li dijî biryara Trump li gellek bajarên Amerîkayê lhatidin lidarxistinê û hela jî didomin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu