Mamosteyê zanîngeha Kolombiyayê: Riya îmamê û rêberî berdewam e
Mamoste û serokê zanîngeha Lîberê de Kaliyê ya Kolombiyayê got: Riya Îmam Xumeynî, xîmdarê Inqilaba Îslamî û ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî naqede û tu qelişt û valahiyek têde tine.
Lîbardo Urxoela, mamoste û serokê zanîngeha Lîberê de Kalî ya Kolombiyayê li hevpeyvîna tev radyo spanyayî ya IRIB Newsê got: Li Îranê tu qelişt û valahiyek li cih û şûna rêberiyê nayê dîtin û bêşik li nebûna Îmam Xumeynî, hezretê ayetullah Xamineyî hizûra wî heye ku ne tenê li nav îranê kesayetiyekê bi bandor e belkî di asta cîhanî de jî kesayetiyekî naskirî û balkêş û rêzdar e.
Serokê zanîngeha Lîberê de Kalî her wiha diyar kir: Gelên cîhanê derseke mezin ji Îmam Xumeynî girtine ku derseke mayînde û hetahetayî ye û Îmam Xumeynî mîna çirayekê bû riya mirovahiyê ronahî kir.
Orxoela got ku cîhan hêdî hêdî destkevt û serketinên Îranê fehm dike û pêşketinên pêşeyî û destkewtên teknolojîkî yên îranê li warê çêkirina setelayt û li warê navokî bi armancên biaşitî pir berbiçav bûye.
Her wiha nijyara eskerî ya vî welatî jibo berevaniya sînoran, hakimiyet û yekperçetiya erdê xwe ku mînaka wê hizûra li şerê Sûriyê ye balkêş e.
Serokê zanîngeha Lîberê de Kalî got : peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê tev gelên din, civakên din û gelê cîhanê û têkiliyên zanîngehî û akademîk tev welatên din hemî derewên Empiryalîzmê eşkere kiriye.
Orxoela got: Asta bilind aewlehiyê û jiyan abiaşitî ya îraniyan bi hev re , rêz û hurmeta ku ji jina re qayîl in û rola jina li civaka Îranê li asta bilind a wê wek pêşeng li hemî karûbaran ecêb e û hevgirtina gelekî jêre geşatiya însanî xelat tîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)