EwropaNûçe

Serokê Katalonyayê: Referandûm ya dê çêbibe ya dê çêbibe

Serokê Katalonyayê Puigdemont Carles Puigdemont soz da ku “dewleta Îspanyayê qebûl bike yan neke, dê referandûma serxwebûnê di Îlona 2017an de pêk were.

Puigdemontê ku serxwebûna herêma xweser Katalonyayê ji Îspanyayê dixwaze, bû yekem serok ku ji parlementoyê dengdana pêbaweriyê xwest.

Serokê katalonî di rûniştina dengdana pêbaweriyê de axivî û got: “Ya referandûm dê çêbibe û yan dê çêbibe.”

Herwiha Puigdemont teqez kir ku ew ji bo referandûma serxwebûnê amade ne hemÛ hevkariyê bi hikûmeta Îspanyayê re bikin û wiha dewam kir: “Eger hikûmeta Îspanyayê bingehên demokrasiyê qebûl bike, em amade ne ku tarîx, pirs û rêjeya derbasdariya wê gotûbêj bikin. Pêkanîna referandûmeke li ser lihevkirina bi hikûmeta Îspanyayê re berpirsyariya wê ya siyasî ye. Ji ber 60% ji katalonan referandûmê dixwazin.” Serokê Katalan teqez kir ku ew “nexşerêyê ku veqetîna Katalonyayê ji Îspanyayê pêşbîn dike” ku ji aliyê dadgeha makeqanûnê hatibû betlakirin dê wek berê dewam bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu