ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Hêzên ewlehiyê yên Alê Siûd êriş kirin ser navça Qetîfê

Hêzên ewlehiyê yên Erebistanê êriş kirin ser malên xelkê li navça Şîenişîn a Qetîfê li rojhilata vî welatî.

  Li gorî rapora  roja yekşemiyê ya IRNA`yê,  piştî kuştina  hêzekî polîs li navça  Qetîfa Erebistanê hêzên ewlehiyê yên Alê Siûd bi armanca  çêkirina tirs û xofê navbera xelkê  bi plan û bernaman malên xelkê dan ber êrişên xwe.

Wezareta karên hundir a Erebistanê bi weşandina lîsteyeke nû navê 9 kesan ragihand ku ketine ber şopandina dadweriyê, lê kesên hanê gotine ku li bûyera kuştina hêzên polîs ên Erebistanê destê wan tinebûye.

Êrişa berdewam a hêzên ewlehiyê yên  Erebistanê ser navça  El-Qetîfê hêrs û nerazîtiya xelkê navçê zêde kiriye, bitaybet ku ev hêz li êrişên xwe bêhurmetiyê jinan dikin.

Êrişên  hêzên ewlehiyê û eskerî yên Alê Siûd ser xelkê navçên  şîenişîn ên Erebistanê nîşana  tirs û xofa  berfireha  vê rejîmê ji bertekên  gelanî li hember cinayetên  Alê Siûd heye. Rêxistinên  navneteweyî Erebistan ji ber lawaziya li hilkolandina  rewşa mafên mirovan li vî welatî rexne kirin û ragihandin ku  Erebistanê bi dewaama siyaseta serkutkeriyê her cire  azadiya axiftinê serkut kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu