CîhanEwropaNûçe

Mark Mîlley wê bibe Sererkanê Amerîkayê yê nû

Orgeneral Mark Mîlleyê Fermandarê Hêzên Bejayî yê ku ji hêla Donal Trumpê Serokê Amerîkayê va ji bo Serokatiya Sererkaniyê namzed hatibû nîşandan, li senatoyê hat tesdîqkirin.

Li Lijneya Giştî ya Senatoya Amerîkayê ji bo Serokatiya Sererkaniya Amerîkayê yê nû dengdayîn hat kirin.

Di dengdayînê da Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Mark Mîllerê 61 salî hemberî rayeke redê 89 rayên ‘qebûlê’ hildan.

Wezîfeya Orgeneral Joseph Dunfordê Sererkanê Amerîkayê wê 1ê cotmehê biqede. Şûna Dunford, Mark Mîlley wê dest bi kar bike.

Mîlley beriya vê Iraq û Efxanistan jî di nav da li gelek dewletên cuda xebitîbû. Orgeneral Mîlley ji sala 2015an vir va wekî Fermandarê Hêzên Bejayî wezîfeyê dike.

Başa dön tuşu