Genel

Desthilata artêşa Sûriyê ser sporgeha El-Beledî ya Dêrezorê

Hêzên artêşa Sûriyê li dewama pêşketinên xwe yên dijî terorîstan karîn sporgeha El-Beledî ya Dêrezorê jî azad bike.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Navenda agehdarî gihandina şerê Sûriyê ragihand ku hêzên artêşa vî welatî li dewama pêşketinên xwe yên dijî terorîstan karîn sporgeha El-Beledî ya Dêrezorê jî azad biken û li vê operasiyonê bi dehan terorîst jî hatine kuştin.

Hêzên artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên berxwedanê herwisa karîne du navçên El-Erefî û El-Umal ji destê terorîstan azad bikin û yekîneyên muhendisî û pûçkirina bombeyan jî li van navçana musteqer bûne û mijûlî pûçkirina bombeyên ku terorîstan li van navçana danîne ne.

Bingehên sûrî ragihandine , hêzên artêşa Sûriyê karîne xwe bigehînin navenda bajarê Dêrezorê.

Başa dön tuşu