Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê û Wezîrê Karên Navxweyî Matteo Salvini diyar kir ku siberoja Yekîtiya Ewropayê (YE) di metirsiyê de ye û got, ev yek wê di saleke pêşiya me de diyar bibe.
Salvini di daxuyaniya xwe ya ji bo Spiegelê de got, “Di nava salekê de wê eşkere bibe ku Yekîtiya Ewropayê dê berdewam bike an na.”
Wezîrê Îtalyayê ragihand ku welatê wan dê êdî koçberan qebûl neke û ev tişt anîn ziman, “Em nikarin tenê kesekî jî bigirin. Berovajiyê vê yekê, me dixwest çend kes bişandana hinek deran.”
Îtalyayê hefteya borî destûr nedabû keştiya Aquariusê nêzikî benderên wan bibe. Ew keştî aîdê saziya sivîl a SOS Mediterranee bû û 629 koçber tê de bû.