Wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê li xwe mukir hat ku vî welatî hêza êrişa leşkirî ser Îranê tine.
Li gorî rapora Fars News`ê,James Mattis, wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê, roja îniyê, şantajên medyayî derheq darêştina plan û bernamên Emerîkayê ji bo êrişa ser navendên navokî yên Îranê “xewn û xeyal“ dan zanîn.
Kanala nûçana ABC`yê ya Awistralyayê li ropora pêncşemiyê ji zarê hin çavkaniyên li dewleta Awistayayê îdia kiribû ku dewleta Emerîkayê li halê darêştina plan û bernaman bo êrişa ser navendên navokî yên Îranê ye.
Malcolm Turnbull, serokwezîrê Awistralyayê ev rapora derew da zanîn û got ku ev rapor li gor belgeyên nezelal hatîye amadekirin.
Serdar Qasim Sulêymanî, fermandeyê Hêza Qudis a Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî roja pêncşemiyê bal kişand ser gefên vê dawîyê yên Donald Trump serokomarê Amerîkayê yên li dijî Komara Islamî ya Îranê û got: Destpêbûna şerê bi Îranê re bi wateya jinavçûna hemî imkanên Amerîkayê ye û dawîya şerê ku Amerîka destpê bike jî yê di destê Îranê de be.
Rûhanî roja yekşemiya buhurî li axiftinekê xitabî emerîkiyan û li bersiva vê yekê ku wan gotine, nahêlin nifta Îranê bê firotin û got: Serokkomarê Emerîkayê bila bizanibe ku Îran ewlehiya av rêya navçê di dirêjahiya dîrokê de misoger kiriye û bila bi dêla şêr re nelîze ji ber ku bersiva Îranê dê wan poşman bike.