CîhanNûçe

Mattis mukur hat: Amerîkayê hêza êrişa ser Îranê tineye

Wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê li xwe mukir hat ku vî welatî hêza êrişa leşkirî ser Îranê tine.

Li gorî rapora Fars News`ê,James Mattis, wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê, roja îniyê, şantajên medyayî derheq darêştina plan û bernamên Emerîkayê ji bo êrişa  ser navendên navokî yên Îranê “xewn û xeyal“ dan zanîn.

Kanala  nûçana  ABC`yê ya  Awistralyayê li ropora  pêncşemiyê  ji zarê hin çavkaniyên  li dewleta  Awistayayê îdia kiribû ku dewleta Emerîkayê li halê darêştina plan û bernaman bo êrişa ser navendên navokî yên Îranê ye.

Malcolm Turnbull, serokwezîrê  Awistralyayê ev rapora derew da zanîn û got ku  ev  rapor  li gor belgeyên nezelal hatîye amadekirin.

Serdar  Qasim Sulêymanî, fermandeyê Hêza Qudis a Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî  roja pêncşemiyê bal kişand ser gefên vê dawîyê yên Donald Trump serokomarê Amerîkayê yên li dijî Komara Islamî ya Îranê û got: Destpêbûna şerê bi Îranê re bi wateya jinavçûna hemî imkanên Amerîkayê ye û dawîya şerê ku Amerîka destpê bike jî yê di destê Îranê de be.

Rûhanî roja yekşemiya buhurî li axiftinekê xitabî emerîkiyan û li bersiva vê yekê ku wan gotine, nahêlin  nifta Îranê bê firotin û got: Serokkomarê Emerîkayê bila bizanibe ku Îran ewlehiya  av rêya  navçê di dirêjahiya dîrokê de  misoger kiriye û bila bi dêla şêr re nelîze ji ber ku bersiva Îranê dê wan poşman bike.

Başa dön tuşu