CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen
Mayk Pompêo daxwaza bidawîhatina şerê Yemenê kir

Bi derbasbûna 44 mehan ji şerê Rêjîma Siûdî li dijî gelê Yemenê, wezîrên karên derve û berevaniyê yên Amerîkayê daxwaza bidawîhatina vî şerî kirin.
Li gorî rapora Reutersê, Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Sêşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê qala destpêbûna gotûbêjên Aştiya Yemenê di bin çavdêriya Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) kir û ji hêzên hevpeymaniya bi rêbertiya Rêjîma Alê Siûd û hêzên yemenî xwest ku tevî bidawîanîna şer û pevçûnan, ji bo gotûbêjê amade bin.
Jinêral Cêyms Metîs wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê jî tevî daxawza bidawîanîna şerê Yemenê got: Di heyama 30 rojên tê da divê gotûbêjên yemeniyan ji bo bidestxistina Aştiyê dest pê bibe.