IraqNûçeRojhilatanavin

McCain li xwe mukir hat ku şerê Iraqê şaş bûye

Sinatorê tunrew ê Emerîkayê John McCain li kiryereke derengmayî, li xwe mukir hat ku şerê sala 2003`an li dijî Iraqê şaş bûye.

 Li gorî rapora roja şemiyê ya malpera Polêtîkoyê, John McCain, senatorê tundrê yê Emerîkayê li bîranînên  xwe yên ku teze hatine weşandinê, li xwe mukir hatiye ku  şerê Iraqê şaştiyek bûye û ew bo hin beşên  vî şerî  loman li xwe dike.

Li gorî vê raporê, John McCain ku yek ji alîgirên  cidî yê şerê Iraqê bû, got: Tenê dikarin şerê Iraqê  şaştiyeke mezin bi nav bikin û bê guman ez divê tawana beşek ji şaştiyên xwe bidim.

Vî senatorê tundrê ê emerîkî li xwe mukir hat ku li şerê Iraqê,  bi  stratejiya  bikaranîna  hêza eskerî ya zav, em bi ser ketin û min her çiya ku hebû ji wan hêviya  posta serokkomariyê fîdayê cihhatina vî karî kir.

Şerê Emerîkayê li dijî Iraqê li sala 2003` an  cih hat ku bû sedema  sernixûnbûna  rejîma Besê. Di hemen demê de Iraq li encama vî şerî rastî şîdet û bêewlehiyê hat.

Rayedarên  Iraqê dema  derketina  bi fermî ya hêzên eskerî yên Emerîkayê ji vî welatî li sala 2001`an  raghandin ku ev şera  nêzîkî 750 milyar dular û zêde ji 4 hezar û 400 kuştî û 32 hezar birîndarên wê hebûn. Di hemen demê de berpirsên  Iraqê hejmara  kuştiyên iraqî zêde ji 100 hezar kes raghandin.

 

Başa dön tuşu