CîhanEwropaNûçe

Artêşa Ewrûpa tê damezrandin

23 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpa (YE) biryar dan ku, bi butçeyek ji 5 milyar Euroyan dê desta bergiriya Ewrûpa damezrînin. Herweha bi beşdariya artêşên van welatan, dê artêşek mezin a Ewrûpa pêk were.

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel rêkeftin, yek ji girîngtirîn rêkeftinên Yekîtiya Ewrûpa destnîşankir.

23 endamên Yekîtiya Ewrûpa ku imzeya xwe avêtina – rêkeftina pêkanîna Artêşa Bergiriya Ewrûpa ev in: Austuria (Nemsa), Belçika, Bulgaristan, Komara Çek , Xırvatistan, Kıbrıs, Estonya, Finlandiya, Fransa, Almanya, Yunanistan, Macaristan, İtalya, Letonya, Litvanya, Lüksemburg, Hollanda, Polonya, Romanya, Slovakya, Slovenya, İspanya û Swêd.

Ger welatên din ên endamên YE bixwazin, ew jî dê bikaribin endamîn vê Artêşê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu