İslami Davet Kurdi Bange İslami

Mecîd Text-Rewançî: Armanca gefên Amerîkayê nixûmandina meseleya Filistînê ye

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji civaka Cîhanî xwets ku li hemberî hewuildanên Amerîkayê û şirîkên wî welatî jibo guhertina cûreya gefê ji meseleyea Filistînê bo gefên sexte, li ber xwe bidin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRNAyê, Mecîd Text-Rewançî, Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) berêvariya Duşemiyê di civîna Kosneya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li ser mijara Rojhilata Navînê û meseleya Filistînê hat lidarxistin, her wiha got: Piştevaniya ji Israîlê xala serdest di siyaseta derveyî ya Amerîkayê ye û Waşîngton hazir e heta bi binpêkirina xalên bingehîn ên Mafên Navneteweyî û qanûn û rêzikên wê, wê piştgiriyên cih bîne.

Balyoz û Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Kosneya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha got: Qeyrana navçeyê bi dagirkirina welatekî dest pê bû û tenî bi riya bidawîhatina wê dagirkeriyê jî bi dawî dibe.

Mecîd Text-Rewançî tevî bibîrxistina berpirsiyariya hiqûqî ya Kosneya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di warê parastina aştî û ewlehiya navneteweyî da, got: K divê Rêjîma dagirker a Israîlê neçar bike ku dawî li dagîrkeriya Filistînê bîne.

Wî her wiha tevî amajeya bi vetoyên Amerîkayê li dijî biryarnameyên pêşniyarkirî yên Kosneya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) jibo zexta li ser Rêjîma dagirker a Israîlê got: Encama vê rewşê wêratirbûna Rêjîma dagirker a Israîlê di warê chanîna siyasetên xwe yên berfirtehxwaziyê ye.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha got: Mafê têkûz û hetmî yê tu miletekî ne bi zextên leşkerî, siyasî û abûrî yên giran jê tê istandin ne jî bi dolarên niftê.

Mecîd Text-Rewançî her wiha tevî bibîrxistina piştevaniya dîrokî ya cîhanê ji serêxwegirtina mafên filistîniyan, daxwaza dewama van piştgiriyan heta damezirandina dewleta serbixwe ya Filistînê bi paytextiya Qudsa Şerîf kir.

Exit mobile version