NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşşar Esad: Serkeftina Îdlibê plâna siyonistên sedsalê tek dibe

Serokomarê Sûriyê tevî amajeya bi gengeşeya aliyên rojavayî beriya destpêbûna operasiyona Idlibê, azadkirina vê navçeyê wek sebeba têkçûna planên Amerîkayê li navçeyê da zanîn.

Li gorî rapora Al Alamê, Bişar Esedê serokoamrê Sûriyê roja Yekşemiyê li civîna Komîteya Navendî ya Partiya Beisê got: Vegeriyana Idlibê bo hemêza Sûriyê dê xeterek li hemberî planên Amerîka û welatên rojavayî li navçeyê be, lê Idlib divê ji bin dagirkeriya têrorîstan were rizgarkirin; Lihevkirina Sûçiyê dibe sebeba serêxwegirtina destkeftên meydanî li navçeyên din û pêşî li xwînrijandinê jî tê girtinê.

Wî got: Tiştê ku li Sûriyê diqewime, em nikarin bêyî têkilliyê digel mijara Danûstandina Sedsalê bizanin; Danûstandina Sedsalê ji destpêka meseleya Filistînê va hebûye, lê vê dawiyê ji ber derketina hin welatan ji bereya Israîlê, bileztir bûye.

Li gorî plana nasyar bi Danûstandina Sedsalê, Israîl berpirsiya ewlehiyê ya beşeka mezin a Kêleka Rojavayî ya çemê Urdinê û derbasgehên sînorî digire destê xwe û tenê taxên erebî yên Qudsa Rojhilatî dikevin ser welatên Filsitînê û Xeze li gorî qebûlkirina şertê jiçekkirinê ji aliyê Hamasê va, bi welatê nû yê Filistînê ra dibe yek

Başa dön tuşu