NûçeCîhanRojhilatanavin

Meclisa Dagirker betal bû, Hilbijartina pêşwext di serê Mijdarê de

Meclisa Dagirker betal bû, Hilbijartina pêşwext di serê Mijdarê de.

Pêşnûmeya betalkirina parlementoya dagirkeriyê di hemû xwendinên xwe de hat qebûlkirin û biryar hat dayîn ku di 1ê Mijdarê de hilbijartinên giştî yên pêşwext ji bo avakirina parlementoya nû bên kirin.

Pêşnûmeya betalkirina Knessetê ku parlementoya rejîma dagirker e, di xwendina duyemîn û sêyemîn de bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

Pêşnûmeya muxalefetê ya ji bo hilbijartina giştî ya pêşwext a 25’ê Cotmehê nehat qebûlkirin, pêşniyara hikûmetê ya 1’ê Mijdarê hat qebûlkirin.Ger hilbijartinên nû yên pêşwext di 1ê Mijdarê de bên kirin, ev dê bibe pêncemîn hilbijartinên giştî yên pêşwext ên ku di heyama sê sal û nîvan de di bin desthilata rejîma dagîrkeriyê de têne kirin.

Hat ragihandin ku ji îro pê ve Wezîrê Karên Derve Yair Lapid dê bibe serokwezîrê rejîma dagirker.Serokwezîrê Rejîma îşxalker a Îsraîlê Naftali Bennett û hevkarê wî yê koalîsyonê û Wezîrê Karên Derve Yair Lapid êvara Duşemê 20ê Hezîranê bi betalkirina Knesset ku parlamentoya rejîma îşgalker e, li hev kirin ku hilbijartinên pêşwext bên lidarxistin. Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku piştî nirxandina rewşa ku hikûmeta koalîsyonê pê re rû bi rû maye, hevparan li hev kirine ku di vî warî de biryarekê bidin û Lapid dê di dewra veguhêz heta hilbijartinên pêşwext de bibe serokwezîr.

Başa dön tuşu