CîhanFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Kiryara Trump ya li dij Qudsê wê pêsîra Amerîkayê bigire

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimê got: Helwêsta nû ya serokomarê Amerîkayê Doald Trump derheq birina sefareta Amerîkayê ji Telvî’vê bo Qudsê, wê bibe belayê serê Waşîngtonê û eva wê navçê bi bê ewlehî û aloziyên cidî re rûbirû bike.

Qasimî duh li hevpeyvîna xwe bi kanala Al-Alamê re got: Kiryara Trump ya nasandina Qudsê wek paytexta Îsraîlê nîşan da ku deshilatdarên amerîkî hîn nikarin rastiyên navçê fem bikin û hakimên Amerîkayê hîn jî şaşitiyên xwe yên berê  dubare dikin.

Qasimî desnîşan kir ku kiryara Trump ji ber lawaziya cîhana ereb bû, çûnku welatên erebî derfeta dan wî da ku vê cesaretê bike.

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha anî ziman ku bi tenê Amerîka û Rejîma Îsraîlê piştgirê kiryara Trump in û kar û kiryarên Waşîngtonê nîşan didin ku Amerîka li çarçova berjewendiyên dagîrkerên Qudsê û li dij cîhana ereb gavan davêje.

Qasimî desnîşan kir ku hin welatên navçê qedera xwe li berjewendiyên siyonîstî û Amerîkayê girê dane û got: Îran hertim piştgirê gelê mezlûm  yê Filistînê ye û berxwedan jî nahêle ku xewn û xeyalên Rejîma Siyonîstî serê xwe bigire,

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha desnîşan kir ku gelê Filistînê berxwedana xwe berdewam dike û rejîma Siyonîstî jî bi tenê zimanê zorê fem dike û berxwedaneke gişt-alî dikare kutayiyê bide dagîrkeriyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu